About
Flora
Kurdica
Pêşgotin
Kulîlk û gul nîşaneyên berdewamîya jiyana xûrist û azad in û du beşên giring ên tevahîya jiyana morvî û xwezayî jî pêk tînin,lê her kesê ramana jiyana xûrst û azad ya gula, mirova, ajelan….hwd, nezanît û ji bûyî wan nexebtît, nebes ew ti cara neşêt bi dest bêxît belkî heta parêzvanîyê jî neşêt jê biket, herwehaye ji bu her armanceka dîtir jî di jiyanê da.
Bê guman hîç pirtûkek ya bê şaşî nîne, lêbelê herdem nivîsîna wan baştir e ji nenivîsînê, berî ku em ji xala şaşîya derbas bibîn delîveye ez bêjim, spasdarê her kesî me ku li kêm û kortîyên vê Ferhengokê derbikevît û tozê ji ser rûpelên kulîlk gulên kurdî vemalît.
Ferhengoka gula pêkolek e, merem jê gehiştina çend armanca ne: Yekem bi rîya ciwanîya gula çend pêzanînên seretayî li ser hin komên kulîlka û gula bigehînîte xwendevanên nûciwan û ser ra. Duyem bala hezkirîyên gul û kulîlka û nemaze nûciwana bikêşîte li ser vê mijarê, ku ev babete heta radeyêkê mezin di nav xelkê me da wekî pêwîst xem jê nehatîye xwarin, ji ber kaûdanên dijwar yên jiyanê ku zêdetirî hizar û çarsed sala ne miletê me di navda derbaz dibît. Sêyem hîvîya min ya herî mezin ew e ku ev hizre ji layê xemxûr, nivîskar û pisporên me ve bihête pêşêxistin û berdewam ferhengokên guncav û cuda - cuda di hemû biyavan da bi kurdî bêne avakirin, mîna ferhengoka balindeya, dara, ajela, alava, mûzîkê…hwd, ji bu nûcwanên me werin sazkirin. Çarem di jiyanê da û bi taybetî li Rojhelata Navîn gelek mirov rastîyê dizanin, lêbelê pir kêm in yên ku rastiyê dibêjin ji ber tehlîya wê, heta vî radeyî ku hin hizrvan weha pesna rastîyê diden: Dahênana mirovî ya herî kirêt rastîye, bu nimune em hemû dibînin ka çawa dîroka rastiyên gula û kulîlkên welatê me ji bêxemî da li bin tozê da mayine û li benda kesên dilsozên welatê me ne ku wan ji bin wê tozê derbêxin , navên her tiştekî ku bi kurdî bin çi gul û kulîlk bin yan jî dar û ber bin, ew ji nirxên me yên dîrokî ne, lewma ez hîvîdikem ji nûciwanên me zêdetir şanaziyê bi van nirxên dîrokî biken, çunkî ev e nirxên pîrozên çanda her miletêkê kevnar û dêrîn in mîna miletê me. Li vêderê hejî gotinêye bibêjîn, ku her miletekê li nav meydana miletan da nirxên hebûna xwe mîna: ziman, dîrok, navên xwe, tîtalên xwe….hwd, ji dest bidet, wê bibe sêwî û baştirîn rêzgirtin ji bu sêwîyan li Rojhelata Navîn, pîçek xwarina bi şert û merc e.
Babetê gula gelek yê mezin û berfireh e, kesek bi tena serê xwe yan pirtûkek bi serê xwe neşêt vê mijara pir nav û pir cure zelal biket, bifermîkirina vî karî ji layê sazî û dezgehên zanistî yên taybetmend ve dihête kirin, ew dikarin bi têr û teselî li ser mijara gul û kulîlka wekî pêwîst binvêsînin û zelal biken, ev e ji layekî ve ji layê dîtir ve, qet û qet ev e nahête wateya ku em tevda dest û pêyên xwe bikêyine di zikda û hîç karekî nekeyin heta ku sazîyên me biryarê diden. Ez hez dikem li ser vê xalê mînakekê bidem: Pirtûka Flora Betava ya Hollandî, Flora Batava şahkarekê botanîkî (nebatî) ye: pirtûk di navbera salên 1800 û 1934an de hatîye nivîsandin, di 28 beşanda çap bûye. Ew ji 2,240 tabloyên ku bi destî hatine kişandin û rengkirin û 5,000 rûpelên nivîsê kêmtir nîne. Zêdetirî 2630 cureyên dar û dirextên kovî, gul, kivark, keviz û şînkahîyên ku di nav avêda nîşan dide. Ev pirtûk e ji layê du kesan ve hatibû destpêkirin û piştî 134 sala bi dawî bûye, piştî bi dehan şareza û hezkirîyan berdewamî bi vî karê pîroz dayî.
Li gorî dawî encamên zanistî zêdetirîya çar sed hizar cureyên gul û kulîlka li cîhanê hene, helbet ev hejmara mezin di dem û cihên cuda da dijîn, lêbelê her miletekî navên kulîlk û gulên xwe parastîne. Bi rastî cihê daxêye ku miletê me berî hizar û pênc sed sala xûdanê zêdetirîya çil hizar navên riweka (gul, dar û direxta) bû lê li sala 2024an da mêş jî li ser lîsteya navên gulên kurdî mêvan nîne, piranîya navên ku bi kurdî jî bûn hatine talankirin û dizîn, der encam her gulek bi çend navaye ew jî li gorî herêman dihêne guhartin, kurd jî bi zimanên serdestan navên wan dibêjin û xal serê rêzê.
Cihê dilxweşiyê ye her karekê di vê hêlê da hatibîte - bihête kirin, lêbelê karên tek kesî nabine pîver ji bu karên niştîmanî, ya herî kêm ev karên wisa ji layê kompanîyeka taybetmend, peymangehekê, zanîngehekê, şaredarîyekê …hwd, ve bihêne encamdan. Di vî ber û biyavî da ez ji kesên kêm zan im, lêbelê kes ji dayika xwe nebûye û zêringir bît.
Di çanda miletê me da çîrokek heye dibêjît: li gundekî lehî rabû, terş û tewalê gundî tev bixwe ra bir, li êvareka direng zelamek vegerya û li binya gundî hewarkir û got: kanê gayê sor, we nedîtîye? Rast e gayê sor û yên dîtir jî tev bi avê da çûn, lêbelê gundê me, zimanê me, çanda me, mirovatîya me, gul û kulîlkên me…hwd, tev mayine!! Mafê wan e ew li her tiştê avê bixwe ra birî bipirsin, nebes gayê sor!! Nabît em qet ji bîr bikeyin ku em, gul û gayê sor bi hebûna gundî hene. Mirov çendî li ser gul û kulîlka yan jî her kêşeyeka dîtirbiaxivît, li dawîya dawîyê ew hemû gotin bitenê nîveka kêşeyê ne, û nîva dîtir jî çareserkirina wê bi xweye, ez van rêzika dinvêsim da ku dilsozên miletê me avrîyekê li vî babetî biden û bibne xûdanê van nirxên biha ku dapîr û bapîrên me bi hizarên sala parastîne. Bi saya serê înternêtê û pêşkeftina teknolojik ev kar e li vî demî ji her wextekê dîtir asantir e, evca her dilsozek li cihê xwe û li gorî şiyanên berdest bizavê biket da ku vê valahîya mezin di pirtûkxaneya kurdî da pir bikeyin.
Weysî Silêman
Gulana 2024ê