Giringîya Navi

29ê tebaxa 2024an
Kurdistani Rose

Giringîya navî

Ziman yek ji girîngtirîn pêkhateyên hebûna gelan e û bêguman kilîla jîn û jiyanêye, ziman ( bûjena) têgeha herî giranbiha û nirxdar e, ji ber hindêye ku Konfuçyûsê pêxemberê Çînê (551-479 BZ.) gotiye ku ”Ger ziman sererast nebe, çu tişt sererast nabe û bê nav ziman jî nabe.

Ji ber ku komkirin û vavartina navên riwek, kulîlk û gula bi kurdî yek ji erkên me yên serekeye di tîma flora kurdica da, lewma me bi fer dît pîçek ronahîyê berdeyine li ser giringîya babetê navî.

Nav yek an çend peyv di forma navdêrê ya zimanî de tê bikar anîn daku kesek, ajelek an tiştek were nas kirin û cuda kirin. Navdêr dikare ji bu naskirina komek an çînek taybetî be, û di heman demê de dikare ji bu naskirina kesan an tiştên din bikar bînin.


Navên me di nasnameya me de beşek pir girîng e. Têkiliyên kûr ên kesî, çandî, malbatî û dîrokî hene. Ew di heman demê da li ser nasnameya me, civakên ku em tê da ne, û cihê me di cîhanê da ramaneka giring dide me , bi kortî nav di jiyana me de di têkhelkêşaneyeka rîşeyî daye, bê nav her tişt di jiyanê da tevlîhev dibît, ji ber vê yekê herdem dagîrkeran dest birîye guhertina nava ji bûyî alozkirina layê beranber û pelixandina nirxên hebûna wî layê bindest.

Di roja ku ziman çêbû, bêyî nav nebû, û ji ber vê yekê nav wek beşekê giring ji nirxên hebûna miletî di zimanî da tê pejirandin. Heyfeka mezin e ku em hemû bi çavên zil dibînîn, ka çawa heta îro zimanê me bi dîroka xwe ya kevnar ve, navên me û nirxên hebûna me bi agirê nezanî tên sotin û pirên ji kurdan bi nezanîna xwe vî agirî xweştir diken!!

Li sala 1961-an pakrewan Gîyo Mukuryanî niveser û zimanzanê mezinê kurd pirtûkek nivêsandîye li jêr navê( Nawî bêgane le naw zimanî kurdî da çi karesatêkî beser dêt, ku li Başûrê Kurdistanê belav bûye. Ev pirtûk li ser xirabîyên ku bikaranîna navên biyanî di nav zimanê kurdî de çêbûne û çawa ew ziman û nasnameya kurdî hemîşe diqedîne, axivîye.


Di vê pirtûkê da, Mukryanî mijara kartêkirina navên biyanî di zimanê kurdî da ka çawa xirabîyên zimanî û dîmenên civakî dihêne çêkirin, rohin kirine. Ew girîngiya parastina nasnameya kurdî û navên kurdî yên rastîn ji ragirtin û hiştina zimanê kurdî li ser bingehê wî yê dirist bimîne piştgiriya xwe nîşan didet.


Ev pirtûk wekî şakarekê girîng di nav jêderên zanistî yên zimanê kurdî da tê nasîn, û balê dikşîne li ser girîngiya parastina û paqijkirina zimanê kurdî ji navên biyanî.


Li ser babetê kartêkirina xirab ya navên biyanî di zimanê kurdî de her çendî pirtûk û xebatên hemecur gelek jî bin, lê ji bu gelê me hêşta her kêm in, ji ber dijwarîya agirê nezanînê yê ku ziman û çanda me ji her çar alîya ve pê dihête sotin.

Navên gul û kulîlka ne tenê nîşaneya ciwanîyê ne, lê ji nirxên dîrokî ne bi giştî û bi taybetî di hemû rêûresmên ( rîtûlên) jiyanê da cih girtîne- digirin. Bi dirêjahîya dîrokê di piranîya çandên gelan da gul û kulîlk wekî nîşana ewlehiyê, girîngiyê , paqijkariyê, wefadarîyê …..hwd hatîne nas kirin û bi karanîn. Ev çend rêzkên li serî bi zelalî diyar diken ku nav di dîrokê da beşek bûye ji jiyanê û gelên zîndî mayin ew nav parastine û pîroz hatîne ragirtin, lewma ji kurdan tê xwastin niha zêdetir ji herdemkê dîtir xwe li navên kurdî bikene xudan.

Eger pîçek vekirîtir bêjîn nav di jiyanê da şifre ( kode) û yek ji kilîlên herî giring e ên dîrok û hebûna mileta ne, ji keven da hatîne danan ji bu parastina nirxênên hebûna miletan û naskirin û cuda kirina wan, li vir ez dixwazim pirsekê bikem:

Erê gelo, mirovek ji me qayil dibît eger kesekê dîtir bêt û şifreya çanta wî li jêr her navekî da bi guherît yan bişkênît? Bersiv helbet nexêr e, ev hemû bêçareyî ya me ji nezanîna me ye, xal serê rêzê.



Weysî Silêman

27-08-2024