Giringîya navî -2
Korte zelal kirineka dîrokî.
Dîroknasên xwezayê dem, şert û mercên ku li ser rûyê erdê derbas bûne heta serdema me, li gorî guherîna awayên jiyanê yên li ser rûyê erdê, guherîna avhewa û guherîna parzemînan li ser şeş serdemên sereke ku her yek ji wan bi sed mîlyonan sal vedihewîne dabeş dikin. Şeş serdem ev in:
- Serdema Kambrî: 540-485 mîlyon sal berê.
- Serdema Ordovisî: 485-443 milyon sal berê.
- Serdema Sîlûrî: 443-417 milyon sal berê.
- Serdema Devonî: 417-359 milyon sal berê.
- Serdema Karbonî : 359-299 milyon sal berê.
- Serdema Permî : 299-248 milyon sal berê.
Ev ew serdemên ku erd têda derbas bûyî herwisa li gorî dawî encamên zanistî berî çar milyon sala mirovê ne aqil li ser vî erdî çêbûye û berî pênc sed hizar sala mirovê aqil ( homo sapnies sapiens )destpêkirîye.
Heta roja îro mirovatî di pênc qûnaxên hizrî yên mezin da derbas bûye ( ev e ji layê zanistî ve ye) em behsa çi layên dîtir nakeyin. 1- qûnaxa efsaneyî.
2- qûnaxa ola. 3- qûnaxa felsefê.
4- qûnaxa zanistan. 5- qûnaxa teknelojayê.
Dîroka navan hind ya kevnar e ku kes destpêka çîrokê nizanît. Ji destpêka dîroka nivîskî heta dîroka devkî navên mirovan hebûne. Ji ber vê yekê qed û qed nabît ku meriv ji bilî texmînkitirinê biket, daku bizanît ka navên herî kevn çawa hatine hilbijartin, rîyeka dîtir heta niha li ber dest nîne.
Heta roja îro tev dîroknas kok in li ser yekem nav ku hatîye nivêsandin di dîroka mirovatîyê da, ew jî navê Kuşîm e ku bi Sûmerî weha tê nivêsîn ( 𒆪𒋆 ), hatîye dîtin li ser gelek tabloyên Sûmerîya ku dîroka wan tabloya vedgeryête ve bu salên (3400- 3000 B. Z). Xuya bûye ku ev nav e bi kar hatîye ji bûyî tûmarkirina kirîn û firotina cû yî.
Peyva nav ji îngilîziya kevnar nama tê; Ew di Almaniya Bilind a Kevin (OHG), Sanskrit नामन् (nāman), navê Latînî, Yewnanî ὄνομα (onoma) û Arîyên zagros nam (nâm) ji Hind-Ewropî koka xwe girtîye.
Pêşketin û giringîya nav î hevbeş digel pêşketina zimanan bûye, di gelek qênaxa li cîhana kevin derbasbûye û bi taybetî ji layê Yewnanîya ve ku digel nivêsandina dîrokê gehiştîye rewşa niha ku em têda ne ew jî bi rîya metodolojîk kirina dîrokê, ji bu zelal kirina vê xalê ez hez dikem mînakekê bidem.
Dîroknasên Yewnanî di pêşveçûna metodolojiya dîrokî de pir alîkar bûn. Dîroka Herodot wekî yekem xebata dîrokî ya rexneyî ya naskirî tê hejmartin, ku ji hêla dîrokzan Herodot (484 - 425 BZ) ve hatîye nivîsandin, Herodot bi navê "babê dîrokê" dihête nas kirin.
Di jiyana me ya nuke da xuya û zelal e ku nav ji bilî helgirê çand û peywendîyên kesî, rewşenbîrî, malbatî û dîrokî yên kûhr û dirêj in, herwisa hestan jî dibexşîte me mîna : hestê nasnameyê, hestê ew welatê em têda dijîn, hestê ew cihê em lê di cîhanê da.
Weysî Silêman
Mijdara 2024ê