Giringîya Navî -3
Rewşa niha ya navên kurdî.
Em li cîhaneka ku guherîn bi lezeka zêde pêşvediçin, belê em di demekê dane ku nav û nasname rojane dihêne gehertin.
Manîpulekirina nav û nasnameyan metirsiya guherandina bîrewerîyên civakekê ye. Ji nû ve nivîsandina wan li gorî nêrîna desthilatdarên heyî, bêyî rêzgirtin li dîrok û rastiyên çandî yên miletekî merem jê ji navbirina wî miletê bindest e.
Pêwîst e mirovê kurd bizane ku aramî û yekîtî bi rêzgirtina ji herduya dîrok û nasnameyan pêk tê, ne ji nû ve teşekirina wan ji bu xizmeta berjewendîyên siyasî yên teng.
Pêtivîye Kurdistan nav û şûnwarên xwe wek dîdevanê dîroka xwe ya kevnar biparêze û rêzgirtina ji cihêrengiya çandî û dîroka hevpar gerek bibe bingehê her civakek ku ber bi aştî û aramiyê ve têdikoşe.
Dîrok bi biryareka îdarî nayê jinavbirin û nasname bi tenê bi guherandina navan ji nû ve nayên formulekirin, ji ber ku nav çîroka gelan e, bîra tev civatê ye û sembola hebûna miletekê kevnar e.
Nav ji tîpên ku li ser nexşeyan hatine nivîsandin wêdetir e, nav van wateyên di xwede digirît: Bîr, hizir, bawerî, dîrok, têkoşîn û hebûna miletekîye.
Di dawiyê de guhertina navan weke hewldaneke ji nû ve nivîsandina dîrokê û paşguhkirina têkoşîna gelê wê tê dîtin.
Dewleta ku armanca wê ji holê rakirina nasnameya kurdî û dîroka wê be wê wek metirsî li ser berdewamiya mîrata çandî û dîrokî were dîtin.
Mixabin rêkxiraw û sazîyên nêvdewletî yên berpirsyar li hemberî van guhertin
û rakirina ji holê bi zorê li ser nav û nasnameya kurdî wek beşek ji dîrok û nasnameya hemû gelan in, helwesteke zelal nîşan nadin.
Girîng e ku dengê mirovên azad were bihîstin û rêz li daxwazên wan ên ji bu parastina bîrewerîyên civatekê û berhemên dîrokî yên wan were girtin.
Parastina navan ji bu her kesê ku bala xwe dide mafên mirovan, cihêrengiya çandî û mafê parastina nasnameya,hişyariyek bilind jê ra gerek e.
Weko pêtivîyeka mirovî geleka bilez banga berxwedaneke cidî û birêxistinkirî dikem daku nasname û dîroka bajarên me nebine qurbanî ji bu polîtîka û rojevên ku li ser hesabê çand û dîroka me ya herêmî dihêne pîlankirin û birêvebirin.
Eger ivro miletên xwedî dewlet ji lezatîya zêde ya pêşveçûna teknelojyayê dinalin, ev e miltê kurd ji bilî wî derdî, ji bê dewletî, ji bindestîya hemecur û hemelayen û ji xirab bi kar anîna van pêşveçûnêna teknelojyayê jî, ji layê desthelatdara ve li dijî kurdistanê, dinalît.
Weysî Silêman
Befranbara 2024any