Lale

Saxlet û mifa: Rengên xwe yên bedew dayine cîhanê heta bûye bazirganîyeka mezin, herweha ji bu çêkirina gelek dermanên giring bi taybetî yên çava mifayî yî jê werdigirin. Ji ber qeşengîya wan bûyine baştirîn diyarî ji bu hemû bûneyan wekî –seredana, pêşwazîkirina, pîrozkirina.. ht, serbarê tev mifayên wê gelek a giring e bibêjîn ku ew bûye gula evînê jî, li gorî efsaneya Şirîn û Ferhad, dibêjin dema xeberê mirina Şirînê gehiştîye Ferhadî ewî ji xema biryarda xwe bi hesp ve di çiyayîda bavêjte xwarê. Efsane dibîjît li her cihekê dilopeka xwîna Ferhadî lê rijyayî guleka Lale li wê derê şînbû û bi vê yekê bûye hêmayê evînê ji ber wefadarîya Ferhadî ji bu Şirînê.

Navê kurdî: Lale, gul-lale

Navê zanistî: Tulipa

Navê Înglîzî: Tulip

Hejmara cureya: 3000 cureyên vê gulê hene.

Wargeh: zincîra çiyayên Zagros e. Dîroka hatina van gula bu Ewropa li salên 1550an da ji Impratorîya Osmanî bûye, bi rîya diplomatkar Ogier Ghiselin de Busbecq ve gehiştîye Hollanda.

Bilindî: Ji 10 heta 70 sentîmeterya bilind dibin.

Demsal: Biharî ye, li payîza pîvazokên wan diçînin li bihara gulên wan vedibin.